Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Torên civakî yên rejîma Îranê tên qutkirin

14:41 - 24 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Kompaniya “Google”ê 39 kanalên pêwendîdar bi Saziya Deng û Reng a rejîma Îsalmî a Îranê yên li ser tora civakî a “Youtube”ê qut kirin.

Nûnçegihaniya “Routers”ê di raporteke xwe de belav kiriye, roja Pêncşemiya borî Kompaniya “Google”ê 39 kanalên pêwendîdar bi Saziya Deng û Reng a rejîma Îslamî ya Îranê yên li ser tora civakî a “YouTube”ê qut kirine.

Hevdem kompaniya “Google”ê 6 wêblagên li “Blager” û 13 hejmarên din jî li “Google Plus”ê qut kirine.

Kompaniya “Google”ê bas ji vê kiriye ku, ev torên civakî yên girêdayî rejîma Îranê ku mijarên siyasî li Amerîkayê belav dikin, nasname û pêwendiyên xwe yên digel  Deng û Reng a rejîma Îranê veşartine.

Di rojên borî de, kompaniya ewlehiyê ya bi navê “Fire Eye” derheqê tebilîxên alîgêrên rejîma Komara Îslamî a Îranê li ser torên civakî, wekî “Facebook” û “Twitter”ê îro ragehand ku, sedan rûpelên Îranî û Rûsî, ku bandora van li ser hilbjartinên Amerîkayê hebûne, qut kirine.

 “Facebook”ê 652 rûpel û girûpên teblîxî yên ku li dijî welatên wekî Îsra`îl, Erebistan û piştevanî ji lihevkirina navikî a rejîma Îranê çalakî encam didan qut kirine, û her di vê pêwendiyê de jî, tora civakî a “Twitter”ê jî ragehandiye ku, 284 hesabên karberên ku karê wan ajawe û fitnê bûye, û çavkaniya piraniya wan jî li Îranê bûne, qut kirine.

Spaha Pasdaran a rejîma Îranê di asta cîhanê de, li girûpên cuda-cuda di dunyaya mecazî de, û li ser torên civakî çalakiyên saybirî dikin ji bo pêkanîna aloziyan û piştevaniya ji terorê, û heya niha piraniya wan kesên ku pêwendî digel Spaha Pasdaran hebûne, hatine hekkirin destbiser kirin.