Bajarê “Toronto” li welatê Kanada bûye navenda sipîkirina perê reş yê rejîma Îranê û heta niha dewleta Kanadayê ti karek bona kontrolkirina wan torên sipîkirina pere nekirine.
Roja Çarşemî 27ê Kanûna Paşîn, kanala “Global News” a Kanadayê ragihandiye: “Li sala 2010an Ji dema dijwarbûna dorpêçan li ser Îranê ve, bajarê Toronto bûye navendeke sipîkirina perê alîgirên Komara Îslamî ya Îranê û dewleta Kanadayê di wî heyamî de bona kontrolkirina wê zêdebûna yekcarî ya torên nihênî yên veguhastina pere, ti karek nekiriye.
Herwisa kanala“Global News”ê belavkiriye: “Serafiyên bajarê Torontoyê alîkariyê bi Îranê re didin ku bikare dorpêçan dor lêbide”.
Herwisa hatiye ragihandinê ku berî sala 2010an, bi tenê nêzî 5 serafiyên Îranî li Torontoyê hebûne lê, niha zêdetir ji 70 serafiyên Îranî di wî bajarî de hene.
Pêka lêkolînên Amerîkayê û rapora Wezareta Xezînedariya wî welatî, hejmarek ji serafî li Torontoyê, digel tora cîhanî ya “Xananî” ku, yek ji kartelên girêdayê sipîkirina perê reş yê Îranê ye û hevkariyê dikin û her sal bi milyardan dolar bona qaçaxçiyên madên sirker û saziyên terorîstî yên wekî “Hizbullaha Lubnanê” pere sipî dikin.
Damezraveya Berevanî ji Demokrasiyê, berê ragihandibû ku “Welatê kanadayê bûye navenda sereke ya alîgirên rejîmê ku bi milyardan Dolar pere ji Îranê derxistine û di aboriya Kanadayê de sermaye danîne û milk û xaniyên giranbuha kirîne û di bajarên “Venkovêr” û “Toronto”yê de jiyaneke lakçêrî hene”.