
Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayî di Sêyemîn axavtina xwe ya di kongireyî de, digel berevanîkirin ji destkevitên xwe yên di warê siyaseta navxweyî û derve de, carek din Komara Îslamî ya Îranê wekî mezintirîn piştevanê terorîzmê di cîhanê de, da naskirin, û got, bo bîstekê jî em çavên xwe li ser Îranê hilnagirin.
Nûçegihaniya “Routers”ê, di raporekê de da eşkerekirin ku: Roja Sêşemiyê “Donald Tramp” serkomarê Amerîkayî di Sêyemîn gotûbêja salane ya xwe de, di kongireya wê welatî de, bi îşarekirina bi destkevtên aborî yên welatê xwe yên, wekî kêmkirina asta bêkarî, bas ji siyasetên xwe yên derve kir û herwisa di berevanîkirin ji wan destkevtan, bas ji hindek pirojeyên xwe yên pêşerojê kir.
Navbirî di axavtina xwe de îşare bi wê kir, ku hekî ew serok neba niha Amerîka di gel Koreya Bakûr yê ketiba nav şer de, û got jî Komara Îslamî, rejîmeke radîkal(tundrew) e û piştevanê yekem yê terorîzmê di Cîhanê de ye! Li gorî gotina navbirî, rejîmek ku dirûşma mirin bo Amerîkayê biqîre, û gefa jinavbirina gelê Cihûyan bixwe, cihê tirsêy e û Amerîka çavdêriyê dike, herwisa got bo wê ku em xatircem bin ku, ew rejîma dîktator û gendel, nekare dest bi ser çekên navikî de bigire, min Amerîka li lihevkirina navikî vekişand.
Çend rojan berî niha jî “Donald Tramp” ragihandibû: Yek ji wan sedemên ku em hêzên xwe yên serbazî yên di Îraqê de paşve nakişînin ewe ku em dixwazin li nizîk ve çavedêriya Îranê bikin, û ji ber ku ew welata kêşeyeke mezine.
“Tramp” di vê rûnştinê de, derheq komek ji pirsên girîng yên wekî Îsra`îl, Rûsiya, Efxanistan, Kendaw, Koreya Bakûr, Sûriye, Vênzola, Rojhilata Navîn û pirsên navxweyî yên welatê xwe axavt.