Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

‎"‎‎Troîka”‎ ya Ewropayê li derheq bernameya navkî ya Îranê hişdarî da

12:59 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2022

Welatên “Birîtaniya, Feranse û Alman” di daxuyaniyekê de ragihandin ku, Îranê li derheq bernameya navkî derfetek din jî, ji dest da.

Roja Pêncşemê 30ê Hezîranê sê welatên mezinhêz yên Ewropayê yên weke,“Alman, Birîtaniya û Feranse” di civîna Şêwreya Ewlehî de, li daxuyaniyeke hevpar li derheq pêşketina bernameya navkî ya Îranê hişdarî dan û daxwaz ji Îranê kirin ku bi lezgînî rêkevtinekê encam bide ku bi qazanca xelkê Îranê be.

Herwisa di vê daxuyaniyê de hatiye ku carek din rejîma Îranê di civîna “Duhe” de bi sedema daxwazkariyên xeyrî Lihevkirina Bercamê û dûr ji rastiyê derfetek din jî dest xwe derxist û kiryarên lezgîn yên Îranê hevsengiya ku di heyama mehên de bo Lihevkirina Bercamê hatibûn encamdan têk daye.

Her di vê derheqê de, ew 3ê welatên Ewropayî hişdarî dane Îranê ku çalakiyên navkî yên Îranê tev rêyên dîplomatîk li pêşiya Îranê qut dike û ji Îranê re daxwazkirine ku di demek nêz de digel “Ajansa Navneteweyî ya Wizeya Navkî” hevkariyê bike.

 

‎Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Saziya NY  "Olov Skog‎" jî ragihandiye ku, egera vê yekê heye Lihevkirina Bercamê nêzî xeta dawiyê be.

Wezîrê Derve yê Îranê jî di vê derheqê de bertek nîşanda û got: " Tevî dana berhev a nerênî ya civîna nerasterast ya di navbera Îran û Amerîkayî li "Qeter"ê bona gihîştin bi rêkeftina navkî hîn jî îmkan heye."