
Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayî Donald Trump biryara ku serweriya Îsra`îlê ya li ser girên Gulanê bi fermî nas dike, îmze kir.
Serokwezîrê Îsra`îlê Benyamin Netanyahu, ku di merasima îmzekirinê li cem Trump bû, diyar kir ku biryara Trump dîrokiye û spasîya wî jî kir.
Netanyahu da zanîn ku li girên Golanê di berevaniya rewa li dijî Sûrîyê hatiye sitandin û got ku ew êdî tim di destê Îsra`îlê de be.
Hikûmeta Sûrîyê biryara Trump şermezarkir û diyar jî kir ku, bi awayekî eşkere djminayetiya desthilata wî hatiye kirin.
Roja Duşemî mûşekek ji Gezêve hatibû avêtin, û li nêzîkî Telavîvê ketibû, û di encamê de çend kes birîndar bû.
Hevdem di gel wê yekê jî, ji aliyê girûpên tundrew û girêdayî bi rêjîma Îranê, xaka Îsra`îl hate mûşekbaran kirin, û hêza esmanî yên Îsra`îlê jî, bi tundî bersiv dan û çendîn binke û baregerhên Hemas û Hizbulahê bombebaran kirin.
Berdevkê Hemasê Fevzî Berhum ragehand ku, bi hewildanên Misirê, agirbest hatiye ragihandin.
Îsra`îlê, derheq wê agirbestê heya niha çi daxuyaniyek nedaye.
Îsra`îl di sala 1967`an ketibû girên Golanê û di 1981`an, serwerîya xwe ya li wir ragihandibû.