
Kurdistanmedia: “Trump” serkomarê Amerîkayê di dema qebûlkirina dev ji kar berdana “Nikki Haley” nûnera Amerîkayê di NY de, rêz ji çalakiyên navbirî derheq mijarên Îran û Kureya Bakur de girt, û di heman demê de pêşbînî kir ku Îran enge bi Îranê re li hev bike.
Navbirî herwisa zêde kir ku berî destbikarbûna min ew nîgeranî hebû ku Îran zal be bi ser hemû Rojhilata Navîn de, lê niha ji bo mana xwe ber xwe dide, û di bajarên cur bi cur ên Îranê de serhildan heye, û rastî enfilasiyonê (helawsanê) hatiye.
Navbirî lihevkirina “Bercam”ê wekî lihevkirineke cihê pêkenînê bi nav kir, ku ew jê hez nake, û cardin got renge di dawiyê de Îran amade be ku bigihîje lihevkirineke rastîn.
“Nikki Haley” ku roja Sêşemiyê dev ji karê xwe berda, di doma van du salan de, ji rexnegirên serekî ên siyasetên Komara Îslamî bû, û gellek caran helwestên Amerîkayê derheq Îranê, ji zimanê wê ve dihatin bihîstin.
Ew gellek li dijî rejîma Îranê bû, û ji alîgirên tund ên veguhastina balyozxaneya Amerîkayê bo Urşelîmê bû. Ew di koka xwe de Hindî û Komarîxwaz e, û berî nûnertiya Amerîkayê di NY de, fermandarê Karolînaya Başûr bû.