Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tu azadiyeke mesebî di Îranê de nîne

13:37 - 22 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Di rapora salane ya Amerîkayê de, ya derheq azadiya meseban di cîhanê de, rejîma Îranê di xirbtirîn astê de hatiye naskirin.

Roja Înê, 31`ê Cozerdana 1398`an, “Mikk Pompeo” di rapora salane ya Amerîkayê ya derheq azadiya meseban di cîhanê de belavkirine ku, welatên wekî: Rûsiya, Birme, û Îranê, wekî xirabtirîn welatan di warê nebûna azadiya meseban de navên van hatiye.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, derheq serkutkirina mesebên kêm yên di bin desthilata rejîma Îslamî ya Îranê de, gotiye ku: Serkutkirina Bihayî, File û mesebên din yên kêm di Îranê de, heya niha jî vîjdanan azar dide.

Herwisa “Sam Brown”  nûnera taybet ya Amerîkayê yê derheq azadiya meseban di cîhanê de, di nîqaşkirinekê de bi awayekî tund rejîma Îranê rexne kir û ragihand ku: Îran yek ji xirabtirîn karnameyên di warê binpêkirina azadiya meseban li seranserê cîhanê heye, ku di welatekê de ku pirraniya  bihayî, File, Derwêş û Cihû” tenê bi sedema bawermendiyên xwe di girtîgehên rejîmê dene,  li mafê çûna bo zanîngehê bêparin, bêrêzî li bawerî û cihên pîroz yên van encamp didin û  heya di hin deman de jî, cezaya  bidar vekirinê bi ser van tê sepandin.

Di bin desthilata rejîma Îslamî ya Îranê de, bi awayekî berdewam nûçeyên destbiserkirina kêmaniyên mesebî, yan dûrkirina van li xwendinê, tenê bi sedema hebûna meseb û baweriya coda tên bihîstin.

 Kesên ku xwediyê bîr û baweriyên coda li baweriya ku bi zorê ji aliyê rejîma Îslamî ve hatiye sepandin, di çarçoveiya yasayên rejîmê de, mafê jiyanê tunîn.