Tevî vê ku danûstandina bazirganiya Turkemenistanê digel rejîma Îranê lawaz bibû, niha biriyarek nû ji aliyê welatê Turkemenistanê ve hatiye dan ku hem danûstandina bazirganî digel Îranê qut bike û hem jî daxwaz ji hevwelatiyên xwe kiriye ku bo geştiyariyê serdana Îranê nekin.
Di vê derheqê de bi nav çalakvanê bazirganî di şîrketên Xurasanê de, “Îshaq Husênî” bi malpera “Bazar” a ser bi r5ejîmê re ragihandiye: “Tê zanîn ku Turkemensitanê meraqek wisa nîne ku digel Îranê danûstandinek bazirganî bike û heta daxwaz ji hevwelatiyên xwe kiriye ku bo geştiyariyê serdana Îranê nekin”.
Navbirî gotiye diravê gelek ji bazirganên Îranê di Turkemenistanê de hatiye bilokkirin.
Li derheq dabezîna asta danûstandina bazirganiya Turkemensitan û rejîma Îranê, Serokê Oda Hevpar a Îran û Turkemenistanê, “Mihemed Nijad” bi malpera “Bazar” re daye zanîn” ku, “ji sala 2015an heta niha bazirganiya Îranê digel Turkemenistanê ji 1 miliyard Dolar bi kêmtir ji 200 milyon Dolar daketiye”.
Navbirî ev yeka jî daye zanîn ku pêwendiya bazirganiya di navbera Îran û Tukemenistanê de li heyama sala derbasûyî de gelek daketiyê û lawaz bûye.
Welatê Turkemensitanê di çend mehên derbasbûyî de jî, çendîn barên werzêrî yên rejîma Îranê bi ser wî welatî de zivirandibû, û di vê dawiyê de jî, daye zanîn ku di halekê de, dê danûstandina bazirganî digel rejîma Îranê dike ku li cihê diravê nexd, dê kelûpelan bide Îranê.