
Kurdistanmedia: Kompaniya esmanî ya “Turkish Air” xizmetkirinên xwe yên derheq veguhastina baran bo Tehranê sekinand.
Ev kompaniya, roja 22`ê Xezelwera 1397`an(13`ê Çiriya Paşîn) bi awayê fermî ragehandin ku, êdî ev tu barî bo Tehranê venaguheze.
Malpera “Ken News” ku nûçeyên pêwendî digel Pîşeya esmanî, û hevageryanê hene rûmal dike, ji zimanê berpirsê kompaniya “Turkish Air” nivîsiye ku: “Li roja Sêşemî 22`ê Xezelwerê (13`ê Çiriya Paşîn) tu barek vernegirtiye, û her eva jî bûye sedema sergêjiyê, hem bo me, hem jî bo mosaferên Îranê.
Di heyama meha borî de, “British Airways”, “KLM” û “Air France” jî, hatinçûna balafirên xwe bo Îranê da sekinandin, û herwisa kompaniyayên “Emirates airline” jî, di destpêka Çiriya Pêşîn de, hatinçûna balafirên xwe yên li “Dubai”, bo bajarê Meşhed a Îranê, daye sekinandin.
Sedemên serekî yên qutkirina pêwendiyên digel Îranê, yên ji aliyê kompanyayên esmanî, ji ber dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê ne, û rejîma Îranê ji hêlên esmanî bo veguhastina çekûteqemeniyan bo deverên din yên wekî, Îraq û Sûriyayê mifahê jê werdigire, û bi wî rengî bûye çavkaniya alozî û têkdana deverê.