Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Turkiyê bas li tewaw kirina dîwarê sînorî di navbera xwe û Îranê de kir

11:20 - 8 Çirriya pêşîn 2021

Yek ji karbidestên Turkiyê bas li zêde kirina 20 KM ji dîwarê sînorî a di navbera Turkiyê û Îranê de kir û ragihand ev dîwar bi armanca parastina zêdetir a ewlehiyê hatiye çêkirin.

Roja Pêncşemî 7ê Çiriya Pêşîn Parêzgarê bajarê “Vanê” “Mihemedemîn Bîlmez” bas ji zêde kirina 20 KM li dîwarê sînorî di navbera Turkiyê û Îranê de kir û got ku ew dîwar bi mebesta parastina zêdetir a ewlehiya ser sînor hatiye çêkirin û ji gelek emrazên pêşkevtî û bi hêz bo kontirol kirina hatin û çûna neyasayî û karê qaçaq di wê dîwarê de mifah hatiye wergirtin û bilindahiya wê 3 mêtre û ew dîwar bi dîwara “Agir” hatiye binav kirin.

Dirêjahiya sînorê Îran û Tirkiyê 560 Km e û hikumeta “Receb Teyib Erduxan” bo çêkirina 200 km dîwar digel Îranê bername darêtiye û Rejîma Îranê jî berê gotibû ku di dema çêkirin û zêdekirina wî dîwarê de, divê Turkiye me jî agehdar bike.