
Ev serê çend salane ku piroja kêşana Dîvarê ser Sinûrê di navbera Îran û Turkiyê de bûye mijarekî basa di navbera wan 2 Welatan, û pareke zafe wî Dîvarî jî hatiye kêşan.
Ev dîvar bi tekesî û daxwaza Turkiyê zêdetir kevte ber bas, lewma lihevkirina di navbera Wan 2 Welatan, erk û xercê kêşana Dîvar jî kevtiye ustê turkiyê.
Silêma Soylu Wezîrê Navxweye Turkiyê bona haydar bûn ji çawaniya pêşde çuna vê pirojê, serdana Sinûrê di navbera Turkiyê û Îranê kir û ragihand ku ev piroja Dîvar kêşanê dibe heya dawiya Îsal tevaw be.
Soylu ragihand: Heya niha %75 vê pirojê qediyaye û çuye pêş.
Çêkirin û kêşana Dîvar %99 tevaw bûye, nêzîkî 3 Kîlometran hinek cihan dibe Rê bête lêdan, li ber evê ku cihê ku biryare Rê bo bête kêşan, gelek asêye, lewma hinekê zeman hewceye, li ser Dîvar gelek cihan Têldir “Sîm Xardar” hatiye dananê, zaf cihan Kamêrayên Şew dîtinê hatine danan, û bo piraniya sinûr Berq hatiye kêşan.