Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Turkiyê hemî derwazên bazirganiye xwe biser Îranê da dayxistin

11:47 - 8 Çirriya pêşîn 2021

Turkiyê piştî aloziyên di navbera Îran û Azerbaycanê de ku Turkiye jî di vê navberê de bê alî nîne, hemî derwazên di navbera xwe û Îranê dayxistin

Roja Pêncşemiyê 7ê Çirya Pêşîn, Turkiyê her 3 derwazên Bazirgan, Razî û Sêroyê bi ser Îranê de dayxistin û hemî karê bazirganî û hatin û çuyîna welatiyan û geştiyaran hate rawestiyan.

Ew 3 derwazên Sêro, Razî û Bazirgan, rêkên tiranzêtî û derî yên di navbera Îran û welatên rojavayî de ye giraniya herî zêde ye bazirganî û hawirde û henarde bo Ewrupa di wan derwazane de dihate kirin.

Di demekê de ku rewşa abûriya Îranê herifiye û Îran li jêr dorpêçên Amerîka de dinalîne, dayxistina wan 3 derwazan ji aliyê Turkiyê we û sekinîna bazirganiya Îranê dikare çend qat zêdetir rewşa abûriya Îranê biherifîne.

Ew helwêsta Turkiyê bertek û bersiveke ji bo gef û gur û manovrên leşkeriye Îranê li ser sinûrê Azerbaycanê.

Di çend rojên derbasbûyî de jî Gurcistan û Azerbaycanê derwazên xwe bi ser Îranê de dayxistin û roja derbabûyî piştî ewê ku Turkiyê herêma Esmaniye xwe bi ser Îranê de dayxist, her 3 derwazên sinûriye xwe jî dayxistin.