Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tûşbûn bi madên hişber di parêzgeha Sinê de zêdetir bûye

12:18 - 8 Îlon 2021

Parêzgarê Sineyê “Behmen Moradniya” îtiraf kiriye ku dezgehên çandî bi qasa hewce li ser hemberderketin li dijî madên hişber û agehdarkirina ciwanan kar nekirine.

Parêzgarê Sinê “Behmen Moradniya” di civîna şêwraya hevahengî bo hemberderketin li dijî madên hişber de gotiye: “Me ti amareke serast ji rêjeya kesên tûşbûyî bi madên hişber tinîne” û pêka gotinên wî heta niha ti komîte an navendek bo naskirina wan tûşbûyên madên hişber nehatiye avakirin.

Herwisa pêka gotinên wî berpirsê rejîma Îranê ti rêçareyek bo baştirkirina rewşa tûşbûyên madên hişber û çareserkirina pizîşkiya wan negirtine ber xwe.

Rejîma Îranê ti bernameyek bo rêgirî ji firotina madên hişber di Rojhilatê Kurdistanê de tinîne û piraniya kesên ku wan madên hişber li nav ciwanan de belav dikin bi awayekî ji aliyê dezgehên ewlehî û hêzên serkutker ên rejîmê ve têne piştevanîkirin.

Rejîma Îranê bi rêgirînekirin ji firotin û belavkirina madên hişber li nav ciwanan de bûye sedem ku li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, madên hişber bi awayekî gelek berfireh belav bibe û bi hêsanî li ber destê ciwanan be.