Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tûşbûn bi madên sirker pirsgirêkek din ya jinan di Îranê de ye

12:00 - 17 Kanûna Paşîn 2021

Pêka amarên rejîmê, di Îranê de 2 milyon û 800 hezar tûşbûyên madên sirker hene û rejîmê ragihandiye ku %9 a wan tûşbûyan jin in, lê hejmara tûşbûn û herwisa amara jinên tûşbûyê madên sirker ji wê amarê zêdetir e.

Roja Yekşemî 16ê Kanûna Paşîn, Cihgirê Berfirehtirkirina Rêgirî û Çareserkirina Tûşbûn a Saziya “Bêhzîstî” ya Îranê, “Fatime Rizvan” ragihand: “Ji gelempera 2 milyon û 800 hezar tûşbûyên madên sirker li Îranê, %9 a wan jin in” û hersisa got: “Navendên devberdana tûşbûyên madên  sirker, roleke herî girîng li kêmkirina hejmara jinan ji tûşbûyên madên sirker de hene”.

Serokê giştî yê rawestan di hember madên sirker yê rejîmê “Eskender Moimnî” ragihand nêzî %90 wan kesan ku di wan navendan de bi zorê dev ji madên sirker berdindin di 6 mehan de cardin tûşê wê madê dibin.

Jin di civaka Îranê de tevî zilma sîstematîk a rejîmê, rastî pisgirêkên cuda dibin ku yek ji wan tûşbûn bi madên sirker e, sedem û hegera bingehîn a wê pirsgirêka civakî, bê îdaletî, cudatîdanînên zayendî û çendîn core bêrêzî bi kesatî û jinbûnê ye.