
Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derveyî yê Amerîkayî di “twitter” a nû a xwe de, ku bi zimanê Farsî belav kiriye, û tê de bas ji 40 sal şikest xwerina rejîma Îranê dike, û wiha nivîsiye: “Hewce nedikir wisa be, lê rejîma zal bi ser we de, berdewam îdi`olojiya xwe pêş qazancên we xistiye.
“Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derveyî yê Amerîkayî, şeva Pêncşemî bi dema Amerîkayî, bi belavkirina “twittekê” bi zimanê Farsî û bi îşarekirina bi axavtinên Hesen Rohanî, rû li xelkê Îranê wiha nivîsaniye ku: Heya Serkomarê we jî daye eşkere kirin ku ew 40 sal in rejîma Îranê şikestê dixwe.
Eva yekem car nîne ku bi zimanê Farsî “twittên” wiha belav dike, û di heyam mehên borî de wekî Sermawez, Gelawêj, û Pûşperê de jî, derheq bûyerên wê dawiyî yên Îranê, twittên bi wî rengî belav kiribûn, û ragihandibû ku, Amerîka xwe piştevanê xelkê azadîxwaz yê Îranê dizane.