
Kurdistanmedia: “Twitter”ê hesaba 22 kes ji Hizbullahiyan asteng kir.
Tora Civakî ya “Twitter”ê hesaba 22 kes ji serkirdeyên Hizbullaha Lubnan û Hemasê asteng kir, û yek ji wan hesaban ya Ne`îm Qasim e ku cihgirê Hesen Nesrullah e, û nêzî rejîma Îranê ye.
Nûçegihaniya “Routers”ê roja 25`ê Rezberê jî ragehandibû ku “Twitter”ê 770 hesab dîtine ku ser bi rejîma Îranê bûye.
“Twitter”ê nivîsandiye ku heya niha zêdetir ji 10 milyon “Twitt” hatine eşkerekirin ku gellek ji wan ên rejîmê bûne, û armanca wan ew bûye ku ji vê ragehandina civakî mifahê wergirin bona vê ku xelkê vegerînîn bi malperên belavkirina peyaman ên ser bi rayedarên rejîmê.
Rejîma Îranê ji aliyekî ve torên civakî û ragehandinên giştî bi kar tîne bo belavkirina siyasetên xwe û xapandina bîrûraya giştî, û beşek zêde ji serwet û samana xelkê welat di vê çarçoveyê de heder diçe.
Ji aliyekî din ve jî hemû çalakiyên xelkê welat di torên civakî de çavdêrî dike, bona vê ku dijberên xwe nas bike û bixe girtîgehan de.
Rejîm bi sedema hebûna îmkanatên hewce bi hêsanî ji teknolojiya serdem mifahê werdigre bona vê ku wan bixe tevlikê de.