Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Twitter”ê rûpela Wezîrê Neftê yê rejîma Îranê helpisard

12:14 - 16 Çirriya paşîn 2020

Tora civakî ya “Twitter”ê rûpela Wezîrê Nefê yê rejîma Îranê, “Bîjen Namdar Zengene” helpisard.

Rêketa 5ê Xezelwerê Amerîkayê dorpêçên aborî li dijî “Bîjen Zengene” pejirand û niha jî “Twitter”ê rûpela wî berpirsê rejîmê helpisardiye.

Kopmaniya “Twitter”ê ti zaniyariyek li derheq wê hewla xwe belav nekiriye.

Berê jî Senatorên Kongereya Amerîkayê belav kiribûn ku nabe karbidestên rejîma Îranê li nav torên civakî de çalakiyan bikin, çimkî ew karbidestane pêşî ji çalakiyên xelkê asayî di nav torên civakî de digrin.