Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ukrayin: “Rejîma Îranê bi zanebûn balafira rêwîngiya me xiste xwarê”

13:34 - 17 Nîsan 2021

Sekreterê Şêwraya Berevaniya Neteweyî û Ewlehî ya Ukrayinê, “Elêksî Danîlof”, ku berpirsiyarê çavdêrî li ser proseya lêkolîna kevtine xwarê ya balafira Ukrayinê li esmanê Tehranê ye got: “Rejîma Îranê bona rêgirî ji kevtin di nav xeleka aloziyên leşkerî yên Amerîkayê, bi awayê bi zanebûn balafira jimare 752 a firînê kire armanca mûşekên xwe.

“Elêkesî Danîlof” li hevpeyvînekê digel rojnameya Kanadayê ya bi navê“The Globe and Mail” ragehand: “Rejîma Îranê bi ti aliyekê îznî nade ku, lêkolînê li ser wê trajêdiyê bikin”.

Herwisa “Danîlof” bi fermî ragihand: “Spaha Pasdaran a terorîst, bi zanebûn teqe li balafira rêwîngî kiriye”.

Piştî gotinên wî berpirsê Ukrayinê li ser helwêsta rohn a Ukrayinê li ser bi zanebûn a xistina "Balafira jimare 752" a rêwîngî ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve, Berdevkê Sekretariya Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya rejîmê, “Keyvan Xusrewî” ew helwêst, bi “pêsipartî binav kir”.

Piştî xistina xwarê û kuştina hemû rêwiyên balafira jimare 752ê, berpirsên Ukrayinê, daxwaz ji berpirsên rejîma Îranê kirin ku, sindoqa reş a balafira kevtîxwarê, radestî  Ukrayinê bike ku bi lêkolînên ser wan datayan, rastiyên qewimîna wê bûyerê eşkere bibin, lê berpirsên rejîma Îranê şandina sindoqa reş wekî “abirû” binav kirin.