
Saziya Nawnetewî(UN), hişdariyê dide ku, trajîdiya yeke mezine Mirovî di parêzgeha “Îdlib” û bajarê “Heleb”ê de diqewime.
Hejmara Penaber û derbideran ji meha Sermawezê heya niha, pitir ji 900 hezar kesane û piraniya wan jin û zarokin ku, di sira zistananê de, hewara xwe bo kempên penahxwazan birinê, lê wan kempanan cih bo penaxwazên zêdetir, tunîne û hindek ji zarokan, bi neçarî, di şevên sar de, li derve dirazên.
Saziya Nawnetewî baskiriye ku, di wan êrîşan de, xwendingeh û nexweşxane jî bûne armanca wan êrîşan.
Hevdem di gel wê trajîdiya mirovî, Beşar Esed di wan Roja derbas bûyî got: piştî girtina parêzgeha Heleb û bajarê Îdlibê, şer heya serkevtina dawiyê dê berdewam be.
Cihgirê sekreterê Saziya Nawnetewî a Karobarên Mafê Mirov, “Mark Lokok”(Mark Lowcock), li roja Duşemî, 28`ê Rêbendanê, di daxûyaniyekê de, hişdarî daye ku, “tenê ragirtina şer dikare pêşî ji qewimîa mezintirîn trajîdiya ya mirovî di sedsala 21`ê de, bigire”.