Roja Yekşemî 12`ê Hezîranê hêzên sînûrî yên Urdunê li ser sînûrê di navbera Sûriye û Urdunê, dest bi ser 900 hezar hebên “Captagotn”ê de girtin ku li Rojhilata Navîn de rejîma Îran û Hizbulaha Lubnan wê madeyê qaçax dikin.
Roja Duşemî 13`ê Hezîranê nûçegihaniya “National News” ya girêdayî Îmarata Erebî, di raporeke xwe de weşandibû: Rayedarên Ewlehî yên welatên Erebî dibêjin herêmên di bin kontrola rejîma Beşar Esed li Sûriyê de, navendên sereke yên berhemanîna madeyên hişber in û girûpên girêdayî rejîma Îran û Hizbulaha Lubnanê jî çakaniyên sereke yên berhemannîa “Captagotn” ragihandine ku her sal sedan milyon heb berhem tînin û qaçax dikin.
Herwisa di heyama meha derbasbûyî de jî, rayedarên dewleta Urdunê yekîneyên artêşa Sûriyê û girûpên girêdayî rejîma Îranê li hewldan bo qaçaxkirina hebên “Captagotn” û madeyên din yên sirker tawanbar kirbûn.