Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye û Sine/ Terorîzma dewletî a 13’ê Tîrmeha 1989’an hat protestokirin

15:47 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Terorîzma dewletî a rejîma Îslamî ya Îranê bi çalakiyên berdewam ên tekoşerên PDKÎ di fezaya giştî a bajar û gundên parêzgehên Urmiyê û Sine de hat protestokirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, piştî çalakiyên berdewam ên tekoşerên Demokratê û rûmala berfireh a medyayî ya wan çalakiyane li bereberê 13’ê Tîrmehê, salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Ebdullah Qadirî Azer, û Dr. Fazil Resûl, terorîzma dewletî a rejîma Îranê li Urmiyê û Sine bi awayeke berfireh hat protestokirin.

Di wê pêwendiyê de hamwelatiyan Azerî ziman, bi dengdana berfireh a 25’emîn salvegera şehîdên Viyenê ji riya çalakiyên teblîxî ya endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ve, hevderdiya xwe tevî hevwelatiyên Kurd di parêzgeha Urmiyê de derbirîn.

Bi sedema helsukewta sembolîk a hemwelatiyên Kurd di bajar û gundên Kurdistanê de li bereberê 22’ê Pûşperê, guherînên berçav ên tevî rojên din hebû ku ewa jî dijkirirayarekî tund a hêzên rejîm çêbû.

Lixwe kirina kincên Kurdî, daxistina pişkek ji dûkanan bi awayeke xurisk, bilind kirina ala Kurdistanê û herwiha ala şîn a esmanî di deverên curbacur, pişkek ji wan hereketên sembolîkane ye ku ji aliyê hemwelatiyan ve hatiye encam dan.

Rêkirina mesajan ji aliyê hevwelatiyan bo yektir, dupatkirina peymana wefadariya rêbaza şehîdan pişkekî berçav ji çalakiyan bûn ku hatine lidarxistin.