Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Kolberekî Kurd bi gulleyên hêzên rejîm hat kuştin

20:58 - 28 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Kuştina kolberekî Kurd di devera Mirgewera Urmiyê de, narizayetiya hemwelatiyan û pevçûn ligel hêzên rejîma Îranê hate gorê.
Li gor rapora Kurdistanemdia, kolberekî Kurd bi navê Emîn Hacî kurê Omer xelkê gundê Hêşmava Mirgewerê a bajarê Urmiyê, bervara 25’ê Hezîrana 2014’an, kete ber destdirêjiya gulleyên hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê û di encam de hat kuştin.
Emîn Hacî hevjîndar û xwediyê kur û keçekê bû û di demekê de ku xwastiya bi armanca kolberî bo bidest anîna debara jiyana xwe û malbata xwe biçe sînor, ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê ve hat kuştin.

Şahîdekê bi malpera Kurdistanmedia ragihand: Piştî evê ku bi gulleyên hêzên rejîm hate kuştin, ji aliyê xelkê ve termê wî bo dermanxana “Zêwe” hat veguhastin.
Şahîdê han eva jî got: Hemwelatiyan bi armanca veguhastina termê navbirî bo nexweşxana Urmiyê daxwaza Ambûlansê ji dermangeha Zêwe kirin e ku berpirsên dermangehê ji dabînkirina ambolansê xwe veşartine û bi naçarî bi tirombêlek li curê “Wanêt bar” bo bajarê Urmiyê veguhastin e.
Ev şahîde ku nexwast navê vî eşkere bibe, got: Paş vê bûyerê û kuştina ew kolbere, hamwelatiyên rûniştî ên gundên derdora Zêwe tevî hêzên rejîm dergîr bûne û narizayetiya xwe derheq bi vê kuştinê îlan kirin e.