Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îslamî a Îranê bi bê muhleta yasayî bi hinceta komkirina mahwaran mala hevwelatiyan lêgerînkirin û dîş û setelayîtên hemwelatiyan dest bi ser da girtin.
Li gor rapora kurdistanmedia, di roja Sêşemî 15’ê Tîrmeha 2014’an de, hêzên rejîma Îslamiya Îranê êrîşkirine ser mala hemwelatiyên gundên “Darbarû, Barbarû û Ninêbin” li devera Berandêza bajarê Urmiyê û mala welatiyan bi armanca komkirina mahwaran lêgerînkirin.
Çavkaniyekî hayîdar ragehand: Hêzên rejîm bê evê ku muletekî yasayî hebin û bi bê îzna xwediyên malan, mala hemwelatiyan bi hinceta peydakirina malwaran lêgerînkirin.
Li gor çavkaniya han, hêzên rejîm serbarê bê rêzîkirin bi welatiyan, dehan dîş û setelayîtên hemwelatiyan zewtkirin û tevî xwe birin.
Rejîma Îslamî a Îranê di çarçoweya siyasetên xwe de bi komkirina mahwaran û bilavkirina şîpela parazîtê, hewla evê dide ku pêşiya TV’yên dijberî xwe û bi xasmanî deverên Kurdistana Îranê bigre û bi wî cirî dixwaze bîr û nerîna giştî a xelkê di jêr konterola xwe de be.