
Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmediya”yê roja Yekşemî 24ê Rêbendanê, “Uzira Nesirî” dayîka du şehîdên Kurdistanê yên bi navên “Wadar û Mihemed Mihemedpûr” xelkê gundê “Tengîser” yê ser bi bajarê “Sine”yê bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.
“Uzira” jidayîkbûya sala 1334an a Rojî bû, û di sala 1362an li “Tengîser”ê di şer û pevçûnekê de ji aliyê rejîma Îranê ve dest û pêyên wê birîndar bûn û ew bû bi kêmendam.
Herwisa di rêkevta 25ê Xermanana heman salê de du kurên “Uzira Nesirî” “Wadar û Mihemed Mihemedpûr” di demekê de ku çûbûne serdana Pêşmergan, teqînek rû dide û her du bira bi hev re şehîd dibin û demûçavê “Uzira” jî birîndar dibe.
Ji aliyekê din ve jî di Bihara sala 1363an de “Bextiyar Nesîrî” birayê “Uzira” pêşmergê hêza “Şerîfzade” şehîd bûye.
“Uzira” di jiyana xwe de bi hemû awayekî ku karî be bo pêşmergan kiriye û heta dawiya jiyana xwe piştevan û alîgira Partiya Demokrat û pêşmergan bûye.
Herwisa xwedêjêrazî çendîn caran bi destên xwe gore û saq û lepik bo pêşmergan raçandiye û çiya bi çiya gihandiye destê pêşmergan.
Termê “Uzira” li nava girseya xelkê û li goristana “Biheşta Mihemedî” a bajarê “Sine”yê bi axa pîroz a Kurdistanê hat spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe hevparê xema wan dizane.