Pêka îdiaya rojnameya “Hemşehrî”, li bajarê Tehranê di nav bazarên reş de vaksena Fayzêr bi nîşandana jimareya pasport û bikaranîna karta vaksenê ya Herêma Kurdistanê bi nirxa 25 heta 60 milyon Tumenî tê lêdan.
Hin ji xelkê Tehranê bi hejmara pasportê û bi mifahwergirtin ji karta vaksînasiyona Herêma Kurdistanê têne vaksînekirin, lê Herêma Kurdistanê agehdarê vê yekê nîne û midehek berî niha jî, “Cotyar Adil”, Berdevkê Herêma Kurdistanê gotibû: “Em îdiaya mediyayên Komara Îranê ya qaçaxkirina vaksena Fayzêr li Herêma Kurdistanê bo Îranê red dikin û nerast e”.
Lê rojnameya “Hemşehrî” a rejîma Îranê îdia kiriye, kirîn û firotina vaksena Fayzêr di bazara reş a bajarê Tehranê de heye û bi sedema rawestana vaksînekirina xelkê li Îranê de û kêmbûna vaksenên Koronayê û herwisa bi derengkevtina vaksena doza 2 li Îranê de, bajara reş a firotina vaksena Fayzêrê geşe kiriye.
Pêka îdiaya wê rojnameyê, xelk li çend xalên Tehranê ji wan binkeyên taybet ên tendirustî de têne vaksînekirin, û vaksena Fayzêr bi nirxa 25 heta 60 milyon Tumenî tê firotin.