Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vaksena Îranî bûye gefeke gelek metirsîdar bo ser canê xelkê

11:46 - 24 Îlon 2021

Vaksena Îranî ya bi navê “Bereket” ku berhema rejîma Îranê ye, bûye gefek bo ser canê welatiyan û pêka nûçeyên belav bûyî bûye sedema canjidestdana hejmarek zêde ji xelkê Îranê.

Di bajarê “Tehran”ê de malbatên qurbaniyên vaksena Îranî li ber deriyê Wezareta Hundir a rejîma Îranê, kombûnek nerizayetiya li darxistin û kempêynek a bi navê “Ne bo vaksînasyona bi zorê” bo rêgirî kirin ji vaksûnekirina xelkê bi vaksena Îranî ya bi navê “Bereket” ku berhemê rejîma Îranê yê bi rê xistine, vaksena bereket bûye gefeke gelek metirsîdar bo ser canê welatiyan û welatî di wê kombûnê de silogana “ne bo vaksena Îranî” dane.

Di vê kombûnê de axundek hawar gotiye: “Pêka amara “Wezareta Tendirustî”bi sedema vaksena “Bereket” di Îranê de 11 hezar kesan canê xwe ji dest daye”.  vaksena Îranî bi cihê kêmkirina belavbûna Koronayê bi xwe bûye kirîz û gefek metirsîdare bo ser canê welatiyan ku aliyek ji trajêdiya birêveberiya rejîma Îranê ye.

Rejîma Îranê bi hemû awayekî canê xelkê xistiye metisiyê, di destpêka berhemanîna vaksenên bi wec li cêhanê, rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” kirîna wan vaksenan qedexe kir û ew biryar bû sedema afirandina xirabtirîn rewş û trajêdiyeke mirovî di Îranê de û niha jî “Xamineyî” gotiye bila vaksenên Amerîkayî bînin lê nebêjin ku berhema Amerîkayî ye.