Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vaksena sexte di Îranê de bû sebebê mirina 6 kesan

12:28 - 13 Îlon 2020

Firotina vaksena sexte ya Koronayê di Parêzgeha Tehranê de, bûye sedem ku 6 kes yên bikarhênerên wan vaksenên sexte canê xwe ji dest bidin.

Roja Şemî, 12ê Îlonê, Fermandeyê Hêzên Întizamî yê  rojhilata parêzgeha Tehranê, “Muhsin Xançerlî” daye zanîn ku, 52 vaksenên sexte yên Koronayê ji aliyê taqimekê ve hatine firotin, û heta niha 6 kes ji bikarhênerên wan vaksenan canê xwe ji dest dane.

Navbirî tevî baskirin ji binçavkirina firoşerên vaksena sexte, daye zanîn ku ew vaksena sexte bi navê ticarî ya “Remedesivir” (Rêmî dîsayvir), her yek bi nirxa 45 milyon tumenan hatine firotin.

Hejmarek ji berpirsên rejîma Îranê îdi`a kiribûn ku Îran li rewşa berhemanîna vaksena Koronayê de ye, lê ji aliyekî din ve jî, endamekî “Sitada Millî ya Korona”yê di Îranê de ragihandibû: “Welatên Rojavayî teknelojiya berhemanîna vaksenan bi Îranê re nadin û nabe ti hêviyek bona berhemanîna vaksena Koronayê di Îranê de hebe”.

Rejîma Îranê tevî ku zanist û teknolojiya hewce bo berhemanîna ti vaksenekî wiha nîne, belkî emrazên pêşketî yên hewce jî tinînin.