Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vaksînasiyon bi merca hebûna mohra hilbijartin tê encamdan

13:45 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2021

Tevî nebûna qasa hewce ya vaksena Koronayê, rejîma Îranê bona vaksînekirina xelkê merc daniye ku dibe ew kes di hilbijartinên vê dawiyê de beşdarî kiribe nekû vaksîne nakin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, rejîma Îranê li navendên vaksînekirinê de beşa parastina wan navendan erkdar kirine ku ku nasnameya kesên ku bona vaksînekirinê serdana wan navendan dikin, bi hûrî kontrol bikin ku li hilbijartinên wê dawiyê de beşdarî kiriye an ne û her kesek ku mohra hilbijartinê li ser nasnameyê nebe, vaksîne nekin.

Di her îdare, naven an binkeyeke fermî de beşek a bi navê parastin heye ku siyaset û biryarên rejîmê di wan cihan de cîbicî dike û kontrola hemû reftar û kiryarên karmendên wê navendê an îdareyê dike ku li dijî rejîmê nebin.

Bi wî awayî, beşa herî zêde ya xelkê Îranê ku di wan hilbijartinan de beşdar nebûne ji vaksînekirinê hatine bêparkirin.

Rejîma Îranê bi siyasîkirina kirîna vaksenên koronayê û herwisa bi siyasîkirina vaksînekirinê, bi canê xelkê dilîze û ew kiryara rejîmê gefeke herî micid li ser canê xelkê ye.