Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vaksînekirina doza du di Îranê de rawestiyaye

12:14 - 8 Hezîran 2021

Kêmbûna vaksena doza du a Koronayê di Îranê de bûye sedem ku vaksînekirina cara duyem a xelkê Îranê raweste û bi qasa herî kêm xelk bêne vaksînekirin.

Di çendîn parêzgehê Îranê de xelk bo cara duyem nayêne vaksînekirin û çendîn navendên vaksînekirina xelkê hatine dayxistin.

Nûçegihaniyên rejîma Îranê dane xuya ku li çendîn bajarên mezin ên wekî Tehran, Şîraz, Ehwaz û Qum û herwisa li bakurê Xuranasê jî, paşketên doza du a vaksena Koronayê bi tevahî ret bûne.

Ebdulresûl Himetî, Cihgirê Tendirutî yê Zanîngeha Zanistî ya Pizîşkiya Şîrazê gotiye: “Ji roja 16`ê Cozerdanê ve, navendên vaksînesiyon di parêzgha Fars de hatine dayxistin, û nebûna vaksena Koronayê mijarek e netewî ye û taybet bi parêzgeha Fars û bajarê Şîrazê nîne”.

Di vê derheqê de Berpirsê Navenda Lêkolîn a Vîrûsnasiyê û Endamê Komîteya Zanistî ya Covid 19, “Elîriza Nacî” gotiye: “Hekî vaksînekirina doza du bi dereng bikeve, divê vaksenên Îranî ên wekî vaksena “Bereket” tevlî vaksenên dinê bêne kirin, û ti belgeyek bo vê yekê jî nîne ku ew tevlihevkirin baş e an xirab e”.

Wî berpirsê tenduristiyê îdia kir ku Çîn û Rûsiyê sozên xwe bona dabînkirina doza du a vaksena Koronayê bi cih neanîne, lewma em rastî kêmbûna vaksena doza du a Koronayê hatine.

Ev yeka xelkê Îranê nigeran kiriye û rewşa Koronayê di Îranê de ti baş nîne û rojane sedan kes bi Koronayê dimrin.