Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vebûna xwendingehan di Îranê de dê karesatekê biafirîne

13:48 - 7 Nîsan 2020

Vebûna xwendingehan di Îranê de, bê hebûna emrazên hewce bo pêşîgirtin û xweparastin ji tûşbûna vîrûsa Koronayê, dê karesateke mirovî di Îranê de biafirîne.

Çalakvanê Sendika ya Mamostayan di Îranê de, “Elî Ekber Baxanî” bas dike: “Komara Îslamî ya Îranê di waneyên hînkarîkirinê bi awayê zindî li ser tora Înternetê serketî nebûye, û hekî Îranê bixwaze xwendingehan carek din veke, pêka tinebûna hewcehiyên tenduristî û standard û nebûna emrazên hînkarî di xwendingehên Îranê de, dê karesateke mirovî biafirîne, ji ber wê yekê ku Îranê ne dixwaze û ne dikare xwendingehan ji aliyê tanduristiyê ve kontrol bike”.

Herwisa “Elî Ekber Baxanî” derheq hînkariya li ser tora înternetê got: “Ew awayê hînkariyê emrazeke û Komara Îslamî a Îranê heya niha nekariye mase û kursiyên hewce bo mamoste û xwendevanan terxan bike, ew awayê hînkarî û perwerde emrazeke serketî nebûye, ji ber wê hegerê ku dewleta Îranê nikare wê sîstema hînkariyê bi rê ve bibe.

Herwisa wî Endamê Sendikaya Mamostayan bas kir ku ew karê Îranê zêdetir bi henekan diçe heya rastiyê û got: “Dewletek wekî Îranê nikare hewcehiyan bo 13 milyon xwendevanan terxan bike, bê wê yekê ku hewcehiyên wekî mobayilên pêşketî û înterneta lezgîn bo mamostayan jî terxan bike”.