Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vegeriyan bo aliyê Tehranê

19:47 - 23 Nîsan 2014

Selam Îsmaîlpûr

Guherînkariyên vê dawiyê li Rojhilata Navîn, rasterêya helwêsta aliyên ser bi îslama siyasî carek din guherî, û weha xûya dike, ku beşeke berçav ji van aliyan ku pêştir pêwendiyeke nêzîk bi hêzên herêmî ên rikeberê Îranê re hebûn, binkeyên xwe bipêçin û herne aliyê Îranê.

Guherînkariyên Buhara Erebî bi taybetî li Mîsrê, bû sedema vê ku Îxwan-Elmuslimîn bigihîje deshilatê, û ew yek bi dilê rejîma Îranê bû. Lê dema ku Îxwan-Elmuslimîn gihîşte kopka deshilatê, bi kiryar rêberiya eniya îslama siyasî, ji destê Îranê derxist.

Îranê wisa nîşan dida, ku şoreşên Buhara Erebî bi taybetî piştî serkevtina partiya Nehze li Tunisê, û Îxwan-Elmuslimîn li Mîsrê, doma pêvajoyekê ne ku piştî serkevtina şoreşa sala 1979’an, û avakirina pergala wilayeta feqîh li Îranê dest pê kiribû.

Propagendeyên di medyayan de, û birêvebirina simînar û konferansên berdewam li jêr navê “Rabûna Îslamî”, bi xerc û têçûyeke zaf ji aliyê rejîma Îranê ve, hemû nîşaneya hewlên wan bo sepandina hejmoniya xwe, û gotara xwe ya siyasî, di guherînkariyên herêmê de bû.

Lê ew pîlanên rejîmê, her piştî axavtinên rêberên Îslamxwazên Mîsr û Tunisê, ku ragehandin ew xwe ji rêbaza Xomênî dûr radigrin, û hewlê didin ku şêweyeke nû ji îslama siyasî cihgir bikin, bûne bilqa ser avê.

Axavtina çavnihêrnerkirî ya Xalid Meşel serokê Deftera Siyasî ya Hemasê li Tehranê, li dijî dîtingehên Xamineyî, û piştre jî veguhastina binkeyên xwe ber bi Sûriye, Lubnan, Turkiye û Qeterê, û herwisa zivirîna rûyê vê rêkxirawê û piraniya rêkxirawên ser bi îslama siyasî ji Tehranê ber bi aliyê deshilata Îxwan li Mîsir, Turkiye, Qeter û Erebistanê, gellek zû nîşan da ku rewş li gorî hezkirina Îranê naçe pêş.

Qebûlkirina vê rastiyê ji deshilatdarên Îranê re dijwar bû, ku piştî çendîn sal çavnihêrîkirinê bo bicihanîna xewna Rojhilata Navîn ya Îslamî, îslama siyasî li qorixa tenê pêgeha siyasî ya bihêz a xwe li Tehranê derkeve, û heta li Rojhilata Navîn ya Îslamî de jî, rikeberiyên nû çê bibin, û vê carê îslama siyasî valatiyê bixe nava hevpeymanên îdeolojîk ên Komara Îslamî.

Di vir de bû ku deshilatdarên Tehranê têgihîştin ku “Rabûna Îslamî” ne tenê cîhana îslamî nake peyrewê wan, belkû dikare bibe “Rikeberiyek li dijî şêweya îdeolojîk a dilxwaz a vê rejîmê”.

Lewra hawar û qêrînên wan ên derheqê “Rabûna Îslamî” hêdî-hêdî vemirîn. Lê ew yek jî dawiya kar nebû, û têkşikanên berdewam ên Îslamxwazan, rast di wan welatan de bû, ku şoreşên Buhara Erebî tê de serkevtinbi dest xistibûn.

Pejirandina yasaya bingehîn ya sekolar li Tunis, serkevtina sekolaran li Lîbî û Yemen, û giringtir ji hemiyan, avabûna bilez ya stêrka deshilata Îxwan-Elmuslimîn li Mîsrê, ji wan guherînkariyan bûn ku pêkhatina bilûka nû ya îslama siyasî bi astengan re berbirû kir, û saziyên wekî Hemas ji gihîştina bi çavkaniyên nû ên pere û locistîkê, û piştevaniya siyasî û leşkerî bê hêvî kir.

Rewşa nebaş ya Îxwan-Elmuslimîn li Mîsrê, û destbiserkirina rêber û endamên wê, û nasîna wan ji aliyê hikûmeta nû ya Mîsrê ve wekî girûpeke terorîstî, û pêrewkirina siyasetek wisa jî, ji aliyê Erebistan, Îmaratên yekgirtî ên Erebî, saziyên wekî Îxwan-Elmuslimîn û tayên wê di herêmê de, bi kêşeyan re berbirû kir.

Di wan dawiyane de hejmarek ji welatên Erebî bi pêşengiya Erebistanê, bi zext û givaşxistina li ser Qeterê, daxwaz lê kirin ku dawiyê bi piştevaniya ji saziyên wekî Îxwan-Elmuslimîn, û Îslamxwazên tundajo li Sûriyê bîne, ku helbet van zext û givaşan heya qasekê bandora xwe li ser siyaseta dewleta Qeterê daniye.

Danîna rêkxirawên wekî Hizbullaha Lubnanê, Daîş û eniya El-Nusre li Sûriyê, li rîzbenda girûpên terorîstî ji aliyê Erebistanê ve, nîşaneya bertengbûna bazineya zext û givaşên hêzên Erebî yên herêmê, li ser Îslamxwazên Şîe û Sunî ye. Heya di Turkiyê de jî partiya AKP ya Îslamxwaz, eva heyamek e ku hewlên xwe bona binbirkirina girûpên siyasî û olî ên wekî cemaeta Gulen dest pê kiriye.

Hemû ew zext û givaş, û bê hêvitiya pêvajoya Îslama Sunne li herêmên Suniyan de, dikare bo carek din rûyê wan vegerîne aliyê Tehranê.

Nîşaneyên van guhertinan, em dikarin di warê bilavbûna nûçeya baştirbûna pêwendiyên Îran û Hemasê piştî derbazbûna qonaxek ji kirîzan di têkiliyên wan de bibînin. Qonaxek ku rejîma Tehranê hêz û şiyana bandordanîna li ser guhertinên Felestîn û kertê Xezê bi radeyeke berçav ji dest dabû.

Her ew kêmbûna bandordanîna Îranê li ser rexê Xeze, bibû sedema qonaxek ji aramiyan li pêwendiyên Hemas û Îsraîlê de bû, ku nîşaneya bandorhebûna siyaseta Mîsr û Turkiye û Qeterê li ser reftara siyasî ya vê saziyê bû.

Heyamekê berî niha, dema ku dest bi ser gemiyeke hilgirê mûşekên Îran û Sûriyê de hate girtin ku ber bi rexê Xezê ve diçûn, bêdengî û aramî nema, û niha jî hevdem di gel bilavbûna nûçeya serdana bihê ya Meşel bo Tehranê, vê rêkxirawê dest bi ceribandina mûşekekê kiriye ku dikare herêmên herî dûr ên Îsraîlê bipêke.

Bi baldana bi van raporan tê çavnihêrîkirin bi van zûkatiya rejîma Îranê di pirsa Felestînê de çalak be, û aloziyên di navbera aliyên Felestînî û kêşeyên wan digel Îsraîlê zêdetir bin.

Tewahiya wan pirsan dikarin encama siyaseta herêmî ya Îranê û siyaseta wan li hemberî rojavayiyan li derheq pirsên wekî Sûriyê û dosyiyeya navikî bin. Pêvajoyên îslama siyasî serbarê hinek hevşêweyî û hevarmancbûnê, her tim di navxwe de, rewşê bo serhildana netebahiyan xweş dikin. Gelo dezgeha terorê ya Îranê dikare vê kobenda ne wekhev, û ne teba, û xwediyê armancên dijhev, li pêxema pêşvebirina armancên xwe de, teyar bike?

Gelo bê hêvîtiya ji hêzên Sunî ên îslama siyasî li herêmê, ber bi yekgirtina di gel rikeberê mêjîn ê xwe, wate îslama siyasî ya Şîe ve dibe? Berisva van pirsan, dikare şêweyek ji dostatî û hevalbendî û dijminatiya nû ya hêz û aliyên siyasî, û beşek ji guhertinên herêma pirr kêşe ya Rojhilata Navîn diyarî bike.