Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Veguhastina ava behra Xezer bo gola Urmiyê

12:10 - 24 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Mijara veguhastina ava behra Xezer bo gola Urmiyê bûye cihê mudaxileya berpirsên rejîmê.

Li gorî nûçên belavbûyî, berpirsê Saziya Parastina Jingeha Îranê, “Îsa Kelanterî” ragihaniye ku, hinek dixwazin mijara veguhastina ava behra Xezer bo gola Urmiyê wekî mijareke siyasî bidin zanîn, lê ew di çarçoveya karê Wezareta Wize de ye û tu kesî mafê axavtinê li ser tinîne.

Veguhastina ava behra Xezer tevî ku tu bingehek zanistî tunîne, û jingeha behra Xezerê dê ji nav bibe û derbên giran bi jiyana kesên rûniştiyê parêzgehên Gîlan û Mazenderanê dide û bi taybet jingeha nîv dûrge ya Miyankale ku yekek ji serekîtirîn cihê jingeha balinde ye, ku di saziya navneteweyî ya parastina jingeha cîhanî de hatiye tomar kirin.

Veguhastina av bo gola Urmiyê bûye cihê miamilekirina berpirsên rejîmê, mîna veguhastina avê ji Gola “wan”ê û çemê “Eres”, ya ku diyare ku ev bûdca bo wejandina gola Urmiyê hatiye danê, lê tu diyar nake û tê xwarinê.