
Kurdistanmedia: Ji ber dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, her roj navendeke malî yêncîhanê yên veguhastinên, ji Îranê vedikiş in.
Li gorî raporta Nûçegihaniya “euronews”ê, banka “Mega International Bank” ku mezintirîn banka welatê “Taiwan”ê ye, dixwaze mi`amileyên bankî yên bo veguhastinên pere yên di navbera Îranê û “Taiwan”ê de, bi sebeba dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê, bide sekinandin.
Wê banka “Taiwan”ê berê jî ragehandibû ku, mi`amileyên veguhastinên pere yên xwe yên di navbera “Taiwan” û Îranê piştî meha Çiriya Paşîn wê bisekinîn e.
Herwisa wî berpirsî Bankê gotyie ku: Tîcareta me ya digel Îranê gellek hûre û ji vê zêdetir nabe em digel Îranê kar bikin, û bankê moşteriyên xwe agehdar kirine da ku dawiyê bi mi`amileyên xwe bînin, di meha Çiriya Paşîn de wê ew karê veguhastinên pere yên digel Îranê wê bisekinîn ine.
Amerîka dorpêçên neftê yên li dijî rejîma Îranê, di destpêka meha Çiriya Paşîn de ku, nêzîkî du hefteyên din e, wê bide cî bi cî kirin.
Herwisa Amerîkayê, ji navendên malî yên cîhanê re heya Çiriya Paşîn, mohlet daye , da ku çalakiyên xwe yên digel Îranê bidine sekinandin, da ku rastî cazayên aborî yên wî welatî nebin.