Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Veqetiyan, bihevrebûn, heliyan

22:32 - 6 Kanûna pêşîn 2020

Kerîm Perwîzî

Deh salan piştî yekgirtina refên Partiya Demokrat li salên 1375`an a Rojî, û 14 sal berî niha di 15`ê Sermaweza 1385`an a Rojî de, carek din veqetiyan di nav refên vê partiya xwedî ezmûn û xebatkar de rû da, û nîgeraniyeke zêde li cem heval, alîgir û dilsojên Partiya Demokrat û xebata Rojhilata Kurdistanê çêkir.

Bi xweşî ve bas û diyalog û rewşa yekgirtina refên têkoşeran û refên Partiya Demokerat a Kurdistana Îranê, niha germ û gurrtir hatiye gorê, û hemû aliyek daxwazakarê vê yekê ne ku hindî zûtir ev mizgînî bê danê, ku cardin refên têkoşerên Demokrat li cem yek in, û birînên derbasbûyî hatine dermankirin.

Di dîroka 75 salan a xebata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, çendîn carî veqetiyan di nav refên wê de rû daye, û cardin refên têkoşeran bûne yek û komî ser hev  bûne, û eva, wê gotara rohn û zelal a me dibêje me, ku demokratbûn bûye pênaseyek ku li meşa xebat û têkoşîn û cangoriya dîrokî de bo rêvîngên wê rêyê maye, û her cure veqetiyaneke teşkîlatî nebûye sedema piştguhxistina nasname û veqetiyana ji pênaseyê, û lewma jî cardin basa yekgirtinê tê kirin, û cardin em ber bi pêşwaziya yekgirtinê ve diçin.

Lê dibe eva li cem me girîng be ku çawa mêzeyî yekgirtinê dikin? Gelo dema ku behsa yegirtinê ye, çi li nav Partiya Demokrat, çi yekgirtin di nav refên têkoşerên Kurd bi giştî, û yekgirtina Partiyên Kurd, yekgirtin li cem me ji çi pêk hatiye? Gelo bo yekgirtinê hewce ye em bêne helandin û cardin şikil bigrin, û di rastî de yekgirtin wateya heliyana reng û selîqê dide, û demekê em yekgirtinê bi tewaw dizanin, ku heliyan hatibe gorê?

Ji dîtingeheke wiha ve ku em behsa yekgirtina Kurd bikin, û em bixwazin hemû wekî hev bîr bikin û me hemûyan yek rengûrû hebe, hekî îmkana wê hebe, eva tenê faşîzmê li pey xwe tîne. Lê ne îmkana wê heye û ne jî me digihîne encamê. Belkî bîrkirineke wiha ne tenê îmkana wê nîne, belkî tenê û tenê veqetandineke din û ji hev belavbûna Kurdan li pey wê tê.

Piştî wan hemû ezmûnên ku Kurd bi giştî û nemaze Rojhilata Kurdistanê tê re derbaz bûne, hewce ye em cureyeke din mêzeyî yekgirtinê bikin, ku veqetandinek din jê şîn nebe, belkî hewce ye ku yekgirtî be, bi vê wateyê ku me li dora hev kom dike û pêkvebûna me diafirîne.

Di nav hizbeke yekgirtî ya Demokrat de bihevrebûn yanî parastina boêûnên kesî û teybetî yên me, lê di pêxema berjwendiyeke bilindtir de, û pêbendbûn bi soz û qewlên li hember rêkkevtinê de, ku ew yek hêzeke mezintir diafirîne bo ber bi pêşvebirina xebata neteweyeke zulimlêkirî û berxwedêr. Armanca me ya sereke divêt bihêzkirina xebata gel li dijî koloniyalîzmê be.  

Li ser sêrêya veqetiyan, bihevrevbûn û heliyanê de, rasterêya bihevrebûnê hem berjewendiya me ya bilind dabîn dike, û hem jî kesayetiya tak û dîrokî a me bihêztir dike, û hêza xebata me bo lihemberderketina dagîrker zêdetir dike.