Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vîrûsa Kironayê di Îranê de belavbûye

12:34 - 21 Şibat 2020

Vîrûsa Kirona di hindek ji bajarên Îranê de belavbûye û hin kes tûşbûne û hin jî bi wê cvîrûsê canê xwe ji dest dane.

Vîrûsa Kirona di 10 bajaran de belavbûye û berpirsên rejîma Îranê hemû hewlên xwe didin ku belavbûn û asta tûşbûn bi vîrûsa Kironayê weşêrin.

Pêka hindek ji gotinan û belavbûna hindek ji vîdyoyan, di 10 bajarên Îranê de ew vîrûse belav bûye û emrazên hewce bo xweparastin ji tûşbûna wê vîrûsê di piraniya dermanxaneyan de peyda nabin.

Di yekek ji vîdyoyên belavbûyê de, hatiye dîtin ku nexweşek bi şika hebûna vîrûsa Kironayê di Firdûsa Şehriyarê de, ji aliyê ambûlansa hawarhatinê (Orjans)ê ve hatiye veguhastin.

Herwisa, di bajarê Babul a parêzgeha Mazenderanê de jî 2 kes bi şika tûşbûn bi vîrûsa Kironayê hene û herwisa xwêndekarek baskiriye ku di nexweşxana “Fîrûzger” li meydana “Welî Esir” a bajarê Tehranê de, kesekî tûşbûyê vê vîrûsê hatiye dîtin.

 

Di bajarê Qomê de jî maskên demamik gelelk kêm peyda dibin û eve jî pirsgirêkek bo xelkê wî bajarî afirandiye û rejîmê jî çavê xwe danîne ser hev û ti hewlekê bo dabînkirina wan hewcehiyan nade.

Di rojên derbasbûyî de jî 2 kes ji tûşbûyên vîrûsa Kironayê di bajarê Qumê de canê xwe ji dest dan.