
Berdevkê Wezareta Tendurist a rejîma Îranê, “Kiyanûş Cehanpûr” bas dike, ku vîrûsa Korona di tev Îranê de belav bûye.
Roja Duşemî, 4`ê Xakelêwe, Berdevkê Wezareta Tendurist a rejîma Îranê bas kir, ku piştî 35 rojan ji naskirina vîrûsa Koronayê, ti cihek di Îranê de nemaye ku tûşê vîrûsa Koronayê nebe, lê qas û hejmara tûşbûn bi vîrûsa Koronayê di cihên cuda de wekî hev nîne.
Axavtinên wî berpirsê Wezareta Tendirust a rejîma Îranê di halekê de ye ku, tevî qerentînenekirina bajarana, xelkê Îranê di sersala nû û newrozê de hatûçûya bajaran dikirin, lê rejîmê bi zanebûn pêşî lê nedigirt.
Ji aliyek din ve jî, Serkomarê rejîma Îranê, Hesen Rûhanî di gotinên xwe yên wê dawiyê de gotibû, tiştek bi navê qerentîne kirina bajaran nîne. Berpirsên rejîmê bi qerentînenekirina bajaran roj bi roj canê sedan hevwelatiyan di Îranê de digrin.