Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vîrûsa Korona li Îranê de bêtir belav dibe

11:30 - 27 Şibat 2020

Piştî belavbûna vîrûsa Korona Li Îranê û cehda rejîma Îranê bo veşartina ast û qasa belavbûna Vîrûsa Korona yê, xelkên biyanî ku serdana Îranê kiribûn, tûşî vê vîrûsê bûne.

Yekemîn tûşbûyê vîrûsa Korona di Pakistanê de ciwanekî 22 salî bûye ku piştî serdana Îranê tûşî vê vîrûsê bûye, Îdareya Saxlemiya Pakistanê ji hemû rêwiyên ku digel wî kesî li firokeyê de bûne, têsta Koronayê wergirtiye.

Herwisa Wezîrê Saxlemiya Gurcistanê, “Akatrîn Tîkaradzê” baskiriye ku, yekem kesê tûşbûyî bi vîrûsa Korona yê di wî welatî de, kesek bûye kû serdana Îranê kiriye û li Îranê de tûşî vê Vîrûsê bûye.

Wezareta Saxlemiya Lubnanê ragihandiye ku kesê 2 yemîn yê tûşbûyî bi Vîrûsa Koronayê, jinek Lubnaniye ku bo ziyaretê serdana Îranê kiribû.

Berpirsê zanîsgeha zanista pizişkî a bajarê Qûm ê baskiriye ku, 700 xwendekarên Olî yên welatê “Çîn”ê ku di bajarê Qum ê dene, ji hegeren belavbûna Vîrûsa Korona yê di Îranê de mane.

Berpirê Giştî yê Saziya Nawnetewî ya Saxlemiyê, “Têdros Edhanom”, baskiriye ku tûşbûna xelkên welatên Behrên, Kuwêyt, Îraq û Oman, li Îranê de girtine û tûşî vê Vîrûsê bûne.