
Vîrosa Korona ku yêk ji vîrûsên herî cihê tirsêye, rojbirojê hejmara tûşbûyên vê di Îranê de zêdetir dibin.
Vîrûsa Korona li destpêkê, di welatê Îranê de, ji aliyê berpirsên wê rejîmê ve hate veşartin, lê niha rejîma Îranê bas ji ava kirina “Oda Ragihandin” di Wezareta Saxlemiyê de kiriye, her çi qas ku hêj ti agehdariyek ji dema bi karketina wê bas nehatiye kirin.
Berpirsên rejîma Îranê bi awayekî bi nişkve, piştî çend rojan ku hebûna vîrûsa Korona di Îranê de bi derev didane xûya, ji mirina 2 kesan bi hegera tûşbûn bi wê vîrosê bas kiribûn.
Serokê Saziya Saxlemiya Cîhanê, Têdros Edhanon, li ser mirina 4 kesan li 48 demjimêrên derbasbûyî di Îranê de hişdarî daye.
Pêka amarên ku rejîma Îranê belav kirine, 18 kes tûşbûyê wê vîrûsê di Îranê de hene û 4 kes jî mirine.
Veşartina hejmara tûşbûyên wê vîrûsê ji aliyê rejîmê we ji aliyek û kêmbûna emrazên hewce bo xweparastin ji tûşbûn bi vê vîrûsê ji aliyke din ve, egera berbelavtirbûna wê vîrûsê di Îranê de zêdetir dike.
Kêmasî û kêmbûna taqîgehên naskirina wê vîrûsê li Îranê de û bilind bûna nirxa emrazên bergirî ji vîrûsê li Îranê de, xelkê Îranê rastî pirsgirêkên cihê tirsê kiriye.