Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vîrûsa Korona Rojhilatê Kurdistanê dagîr kiriye

12:13 - 7 Hezîran 2020

Di parêzgeha Urmiyê û Sineyê de her roj hejmarek xelk bi Koronayê dikevin û hejmarek jî canê xwe ji dest didin.

Pêka gotina Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya parêzgeha Urmiyê, Cewad Aqazadê, ku di civîneke rojnamevanî de dabû zanîn, di heyama 24 demjimêran de 303 kes di parêzgeha Urmiyê de tûşê Koronayê bûne û heya niha 6524 kes jî bi Koronayê ketine.

Di wê derheqê de mediyayeke ser bi rejîmê dabû zanîn ku, Hesen Rûhanî wê pirsgirêkê dêxe stuyê xelkê ku parastina mewdayê naparêzin an jî çima têne ser şeqaman û di nav bazaran de? Lê ti kes nabêje ku çima qerentîne bi awayekî zû hate rakirin, gelo ne mumkin bû ku rejîm heya çar mehan alîkariya qatên kêmdahat bikiriba ku neyêne derê.

Ji aliyek din ve jî di bajarê Sineyê de, karmendeke nexweşxaneya “Tewhîdî” daye zanîn ku, daxwaz ji 50 hezar kesê di wî bajarî de hatiye kirin ku di malên xwe de xwe qerentêne bikin, û qerentînekirina wan kesan wiha tê zanîn ku yan ew kasane tûşê Koronayê bûne yan jî kasûkarên wan Koronayî bin.

Eve jî di halekê de ye ku îmkanatên çavdêrîkirina hûr bi ser wan kesan de nine û rejîm ti îmkanateke hewce bo çavdêrî û tendirustiya wan terxan nekiriye.

Herwisa wê karmenda nexweşxaneyê gotiye: “Pêşbînî hatiye kiriye ku heya dawiya meha Cozerdana îsal %80 xelkê Sine tûşê Korona bibin û herwisa tenê roja Şemî 17`ê Cozerdanê li bajarê Sineyê daxwaz bo têsta 3 hezar kesê tûşbûyê Koronayê hebûye.

Herwisa navbirî daye zanîn ku di yek roj de 35 kes tûşbûyên Koronayê canê xwe ji dest dane.

Bi wî awayî rejîma Îranê bi zanebûn Koronayê di nav bajarên Kurdistanê de belav dike ku xelkê Kurdistanê mijûlê wê nexweşiyê bike ku daxwaza mafên xwe yên netewî nekin û neyêne ser şeqaman xwenîşandan nekin.