
Belavbûna vîrûsa Kurona di Îran ê de, arîşeyekî cihê tirsê ye û rojbiroj, amara qurbanî û tûşbûyên bi wê vîrûsê zêdetir dibe, lê berpirsên Wezareta Tenduriustî ya rejîma Îran ê, bi tenê hişdarîyê didin xelkê û ti pêngawekî micid bona kontrolkirina wê rewşê, hilnagirin.
Berpirsê peywendiyên giştî û zaniyarî gihandina Wezareta Tenduristî yê rejîma Îran ê,“Kiyanûş Cehanpûr”, derheq rewşa Korona di Îran ê de basa wê yekê kiriye ku, 25 parêzgehên Îran ê, di rewşa sor dene.
Pêka amarên rejîma Îran ê, hejmara qurbaniyên vîrûsa Koronayê, nêzî 16 hezar kesane û nêzî 294 hezar kes jî pêketin e.
Hişdariya berpirsên rejîma Îran ê di demekê deye ku, Serkomarê rejîma Îran ê gotiye: “Dibe rêûresmên tazî yên meha “Miherem” bi baştirîn û berfirehtirîn avayî, bi rê ve biçin”.
“Hesen Rûhanî”mukume li ser wê yekê ku dibe taziya “Tasûa û Aşûra” di hemû cihan de, ku di rewşa sor ya rewşa zer a Korona yê dene, bi rê ve here.
Belavbûna vîrûsa Korona di niha de, mezintirîn gef li ser tenduristî û jiyana xelkê afirandiye û berpirsên rejîma Îran ê jî, di cihê ku kontrola wê rewşê bikin, derfetên zêdetir bona belavbûna wê belayê, diafirînin.