Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vîrûsa Korona ya Îngilîsî di Îranê de bi lezgînî belav dibe

12:42 - 21 Şibat 2021

Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê ragihandiye ku, ji 10 ceribandinên Koronayê di nexweşxaneyên bajarê Ehwazê de, 9 ji wan vîrûsa Îngilîsî hebûne û ew vîrûs him zûtir xelkê tûş dike û him lezgîntir belav dibe.

Cihgirê Giştî yê Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê, “Îrec Herîrçî” daye zanîn ku, şiyana belavbûna vîrûsa Îngilîsî zêde ye û ew vîrûs, zêdetir ciwan û zarokan tûş dike, bervajiyê vîrûsa “Wûhan”ê ku ciwan û zarok zêdetir veguhazerê wê vîrûsê bûn, niha zêdetir qurbanî dibin.

Herwisa hatiye ragihandin ku sînorê parêzgeha Xûzistanê, bi tewawî hatine dayxistin û hatûçû li hejmarek ji gundên parêzgehê hatiye dayxistin.

Berdevkê “Stada Netewî ya Rawestan di Hember Koronayê de”, “Elîriza Re`îsî”, daye zanîn ku heta niha 62 kesên tûşbûyî bi vîrûsa Korona ya ji cora Îngilîsî hatine tomarkirinê ku 7 kes ji wan, canê xwe ji dest dane.

Herwisa wî berpirsê rejîmê ragihand: “Pêketiyên bi vîrûsa Koronaya cora Îngilîsî, di parêzgehên “Tehran, Qezwîn, Elborz, Fars û Hurmuzgan”ê de ne.

Berpirsê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya bajarê “Ehwaz”ê, “Ferhad Ebulnijadiyan” ragihandiye, “niha 11 bajarên parêzgeha Xûzistanê li rewşa sor û 8 bajar di rewşa narincî de ne”.