Belavbûna lezgîn a vîrûsa nû ya Korona li parêzgeha Xûzistanê û zêdebûna qasa bikujiya wê vîrûsê bûye sedem ku amara canjidestdan bi sedema Koronayê zêdetir bibe.
Roja Înê 12ê Adarê, Cihgirê Tenduristî yê Zanîngeha Zanistên Pizîşkiya “Condî Şapûr” a bajarê Ehwazê, “Mihemed Elewî”, tevî îşarekirin bi sedemên zêdebûna qurbaniyên Koronayê ragihand: “Yek ji hegeran, guherîna vîrûsê û zêdebûna 7-10 beranberî ya qasa mirina wê ye; Hekî vîrûsa berê 10 heta 12 rojan rewşa pêketiyan aloztir dikir, vîrûsa nû di 48 demjimêran de rewşa pêketiyan aloz dike”.
Herwisa navbîrî gotiye: “Bi derenganîna pêketiyên Koronayê bo navendên dermanî li ser wê pirsgirêkê karlêkerî heye û pêka amara ku Serokê zanîngeha zanistên pizîşkî yê Ehwazê belav kiriye, %34 a kesên ku canê xwe ji dest dane, di dema canjidestdana wan de anîne nexweşxanê an di Orjansê de canê xwe ji dest dane”.
Herwisa navbirî ragihand ku: “Bi sedema nemana cih bona wergirtina pêketiyên nû, givaşeke zêde li ser kadrên dermanî û pizîşkan e, hejmarek ji pêketiyên bi vîrûsa Koronayê ku di bin alavan de azaran dikêşin, ew kes in ku yek an 2 roj berê, rewşa wan baş bû.
Navbirî bi tekezî ragihandiye ku: “Hejmarek ji pêketiyan di demekê de bo nexweşxaneyan tînin ku 70 heta %80 a pişikên wan rastî pirsgirêkê bûne ku ti karekî wiha bo wan pêketiyan êdî neyê kirin”.