Vîrûsa nû ya Koronayê ya bi navê “Omîkron” bi awayekî lezgîn di Îranê de belav dibe û bûye gefek dûbarê bo ser canê welatiyan.
Amarên belavbûyî ji aliyê nûçegiyaniya “Tesnîm” a ser bi Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ve, vê yekê dide xuya ku vîrûsa nû ya Koronayê ya bi navê “Omîkron”ê di sê rojên derbasbûyî de zêdetirîn rêjeya tûşbûn bi xwe di Îranê de tomar kiriye.
Pêka amarên belavbûyî di vê heftiyê de rêjeya pêketiyan ji %77.3 zêde bûye.
Bi sedam vê ku ew vîrûse ji %42.30 hatiye guherîn, rêjeya pêketin û canjidestdanê zêde ye û eva bûye cihê nîgeraniya xelkê.
Her di vê derheqê de Serokê Giştî yê Komîteya Zanistiya Îranê “Hemîdriza Cemaetî” pêşbîniya vê yekê kiriye ku di du heftiyên bê de, dê ew vîrûse bi awayekî berfireh di Îranê de belav bibe.
Eva di halekê de ye ku zêdetir ji 8 miliyon kesa di Îranê de nehatine vaksenîkirin û ev yeka bûye gefek metirsîdar bo ser canê xelkê.