
Tevê vê ku rejîma Îran, mijûl e her carê beşeke axa Îranê difiroşre welatê Çînê, par jî, vîrûsa Koronayê, her di wî welatî de anî û berda canê xelkê.
Nih jî tev Îran rastê vîrûsa Koronayê hatiye û her roj sedan û hezaran malbat bi sedema canjidestdana malbatiyên xwe xembar dibin.
Cihgirê Giştî yê Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê, Îrec Herîrçî, di civîneke medyayî de gotibû, “me êdî rengê zer, kesk û sor nîne, tev welat di rewşa sor de ye”.
“Herîrçî” gotibû, “hekî xelk ji hev nêzîk bin û maskan bikar neynin, hejmara qurbaniyên Koronayê dê di welat de ji 45 hezar qurbaniyan derbas be”.
Di Rojhilata Navîn de Îran ji hemû welatan zêdetir qurbaniyên Koronayê hene, û heta niha bi giştî di Îranê de 413 hezar û 149 kes bi Koronayê ketine, û 23 hezar û 808 kes jî bûne qurbaniyên vîrûsa Çînê.
Ev amarane tenê ji aliyê navendên rejîmê ve têne belavkirin û ya serast çend hemebrê wê amarê ye.
Rejîma Îranê ji dana Amarên serast, li derheq pêket û qurbaniyên Koronayê, çi di asta parêzgehan de çi jî di asta kadrên dermanî de xwe diparêze û amareke serast nade.