Serkomarê Rûsiyê “Vladimir Putin” huşdarî daye her welatek hewla destêverdan li Ukranê bike dê rastê berteka me ya lezgîn bibe û em dê li meberî wan ji çekên nanaskiyên xwe mifahê verbigrin.
Serkomarê Rûsiyê “Vladimir Putin” di gotinên xwe de tevî îaşarekirin bi berteka lezgîn û micid a Rusiyê di her destêverdanek biyanî li Ukraynê, rû bi yasadanerên wî welatî gotiye: “hemû biryarên li derheq cura berteka Rûsiyê bo destêverdanên welatên biyanî li Ukraynê hatine dan”.
Herwisa “Vladimir Putin” gotiye: “Me çendîn curên alavan (Alavên şer) hene ku Rojava nikare wan bi dest bîne, em şanazî bi çekên xwe nakin lê di dema hewce de em dê wan bi kar bînin û em dixwazin her kesek vê yekê bizane”.
Gotinên “Vladimir Putin” di halekê de ye Rûsiyê çendîn caran huşdarî daye ku eger gefên staratejîk li ser Rûsiyê hebin em dê mifah ji çekên navkî verbigre.
Rûsiyê bi sedema şer digel Ukraynê rastî givaşên gelek giran hatiye û nekariye berxwedana Ukraynê bişkêne.