Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wanebêjekî dîroka Dr. “Qasimlo” koça dawiyî kir

15:51 - 4 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rêûresma bi ax spartina yekek ji wanebêjê dîroka Dr. “Qasimlo” bi amadebûna dehan hezar kes di bajarê Kirmaşanê de hate lidarxistin.

Rêûresma bi ax spartina “Şêrzadxan Şêrzadî” kesayetiyekî naskirî û binavûbang ê bajar û gundên Kirmaşan û Îlamê li bajarê Gêlanê a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, birêveçû.

Nabira yekek ji wan kesan bû ku, dîroka Dr. “Qasimlo” û mezinahiya wî rêberê bo xelkê bajarên Gêlan, Eywan, Qesir, Serpêl, Haruynawa, Kirmaşan, Dalahû û Îlamê, bas dikir.

Silogana Şêrzad eve bû ku: “Dibe wêcarê em alahilgirê Kurdistanê bin û bo Kurdayetî û Kurdistanê eva ku li destê me tê kêm neynin û bikin.”

Navbirî çend roj beriya niha li parêzgeha Kirmaşanê çû ber dilovaniya xwe.