
Kurdistanmedia: “Washington” bi sebeba destêverdanên welatên wekî rejîma Îran, Rûsiya û Çînê, di karûbarên hilbijartinên Senaya wî welatî de hişdariyan dide.
Li gorî raportên belavbûyî, roja Înê 27`ê Rezberê (19`ê Çiriya Pêşîn) çar navendên îtila`atî û yasayî yên Amerîkayê, di daxuyanyeke hevpar de îlankirine ku, ev sê welatane ji riya torên civakî li pey afirandina alozî, û belavkirina zanyariyên nerast derheq berbijêran de, û herwisa li pey berheman in di vê derheqê de bo medyayên îngilîzî ziman.
Di daxuyanya hevapr ya, navendên wekî, “Ofîsa îtila`atên neteweyî, Wezareta Dadweriyê, Ofîsa lêkolînê ya Federal (FBI) û Wezareta Ewlehiya Nîştimanî ya Amerîkayê, ku belavkirine, hatiye “destêverdanên welatên derve di karûbarên hilbijartinên Amerîkayê de, gefa li dijî demokrasiyê tê hesibandin, û eşkerekirin û naskirin û pêşîgirtin ji wan destêverdanan, karê serekî yê dewleta Federal ya Amerîkayê ye”.
Piroseya hilbijartinên kongreya Amrîkayê di 6`ê Çiriya pêşîn wê birêve biçe.
Her di vê pêwendiyê de jî, “John Bolton” şvêrmendê Ewlehiya netewey yê Amerîkayê, ragehandiye ku di heyama Hefteya bê de wê serdana “Moscow”yê bike û derheq destêverdanên Rûsiyayê di karûbarên hilbijartinên wî welatî de, wê digel “Vilademir Potin” serkomarê wî welatî û “Nikolai Patrushev” hemkofê xwe û “Sergey Lavrov” Wezîrê karê Derve yê Rûsiyayê û herwisa derheq serdana “Trump” ya di heyamên bê de bo wî welatî bicive.
Herwisa, “John Bolton” derheq çalakiyên navikî yên Îranê û Koreya Başûr jî ku gefeke mezine bo ser ewlehiya devderê û bi taybet ewlehiya Îsra`îlê, wê bicive.