Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Washington Examiner: “Du endamên Spaha Quds pîlana jinavbirina John Bolton hebûne”

10:53 - 8 Adar 2022

Rojnameya “Washington Examiner” belav kiriye ku Spaha Quds bi armanca jinavbirîna siyasetmedarê Amerîkayê “John Bolton” hebûne û xwestine bi kirêgirtina kesekî Amrîkayî vê pîlana xwe cî bi cî bikin.

Roja Duşemî 7ê Adarê, rojnameya Amrîkayê “Washington Examiner” belav kiriye: “Du endamên Spaha Quds a Spaha Pasdaran dixwestin şêwirmendê berê yê ewlehiya netewiya Amerîkayê “John Bolton” ji nav bibin ku hevdem digel birêçûna dabnûstandinên zindîkirina Bercamê bûye”.

Herwisa hatiye ragihandin ku Wezareta Dad a Amerîkayê daye zanîn ku wan terorîstan dixwestin bi kirêgirtina kesekî Amrîkayî pîlana jinavbirîna  “John Bolton” encam bidin.

“John Bolton” kesayetiyek siyasî yê partiya Komarîxwazên Amerîkayê ye ku li dijî hebûna rejîma Îslamiya Îranê ye û heta piştevanî ji êrîşa leşkerî bo ser Îranê dike.

Berpirsên payebilindên rejîma Îslamiya Îranê gefa tolhildana kuştina terorîstê navnetewî, pasdar Qasim Silêmanî xwarine û serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” ku doyseyek reş li teror, kuştin û îdamkirina hezaran kesî heye gefa kuştina berpirsên berê yê Amerêkayê xwariye.