Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Washington û Bexda li ser mana hêzên Amerîka li Îraqê de lihev hatin

17:54 - 8 Hezîran 2021

Ragihandinên Amerîka li roja Duşemî 7ê Hezîranê, nûçeya lihevhatina “Bexda” û “Washingtin”ê li derheq mana dubare a hêzên Amerîka li Îraqê, belav kirine.

Pêka rapora “Middle East A” û bi gotina çavkaniyeke agehdar, sedema mana hêzên Amerîka li Îraqê bona berdewamkirina rawestan li dijî DAÎŞê heta şikandina yekcarî ya wê girûpa terorîstî di wî welatî de ye.

Herwisa çavkaniyan basa wê yekê kirine ku mana dubare a hêzên Amerîka li Îraqê, bona rawestan li dijî destêwerdanên milîsên girêdayê rejîma Îranê li proseya hilbijartinên Parlemana Îraqê ye.