Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wêbnara 22ê Pûşperê li Ustraliayê bi rê ve çû

17:18 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2021

Wêbnara 32emîn salvegera şehîdbûna Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” li Ustraliayê bi rê ve çû

Roja 26ê Pûşperê, bi hilkefta 32emîn salvegera terorkirina rêberê mezîn “Dr. Qasimlo” û hevalên wî ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê, wêbnarek bi beşdariya kesayetiya siyasî û endamê PDKÎ “Kawe Ahengerî” bo welatên “Ustraliya û niyûzîlend”ê bi rê ve çû.

Wêbnar bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bona rêzgirtin ji canê paqije şehîdan bi taybet şehîdên “Viyen”ê dest pêkir.

Piştre ji aliyê berpirsê “Komîteya PDKÎ li Ustraliya “Mesûd Semedî” bixêrhatina mêwanan hate kirin.

 “Kawe Ahengerî” gotinên xwe ên bi navê “Kurdekî azad a Îraniyekî azadîxwaz” pêşkêş kir.

“Kawe Ahengerî” bi kurtî basek li jiyana şeîd “DR. Qasimlo” kir û got: “Ewa ku Dr. Qasimlo kire bi ew rêberê mezin 3 tişt bûn: “Malbata Qasimlo, jîngeha siyasî û herwisa Dr. Qasimlo bixwe”.

“Kawe ahengerî” di berdewamiya gotinên xwe de bas ji karlêkeriyên wî rêberê mezin li ser straktor û stratejiya PDKÎyê kir.

Herwisa navbirî di qonaxa 2ê ya gotinên xwe de bi çendîn rohnkirin li ser armaca “Dr. Qasimlo” ji bikaranîna wê gotinê digel rojnamevanekî Îranî kir ku gotibû: “Em îznê nadin ti kesek xwe ji me bi Îranîtir bizane”, got : “Berwajiyê hindek kes û aliyan ku bo mifahwergirtin û  bi armanc wê gotinê bikar tînin, armanca “Dr. Qasimlo” hiqûqî bû û armanc ewa ye, hekî biryar e em hemû Îranî bin, dibe me mafê beranber hebin û em îznê nadin ku ti kesek ji me zêdetir xwediyê wî mafî be”.

Bona selimandina wê gotinê jî navbirî got: “Hekî wa neba, silogana Xudmuxtarî bo rêçareya pirsa netewiya Kurd li Îranê nedikire armanca xebatê”.

Wêbnar bi pirsyarên beşdarbûyan û bersivdanên “Kawe Ahengerî” bi dawî hat.